Ji Hûsiyan banga astiyê

26 March 2024 08:59 0 dîtin
Ji Hûsiyan banga astiyê

PeyamaKurd - Hûsiyên Yemenê yên girêdayî rejîma Îranê ragihandin ku ew amade ne nexşeya aştiyê ya li Yemenê îmze bikin.

Li gor nûçeya ajansa SABA ya Hûsiyan, Serokê Encûmena Bala ya Siyasî ya Hûsiyan Mehdî El-Meşat bi boneya nehemîn salvegera destpêkirina operasyonên hevpeymaniya ereb a li Yemenê gotarek parve kir.

El-Meşat di gotara xwe de diyar kir ku ew ji bo pêşketina rêbaza aştiyê rikdar in û got : "Yemen ji bo tu kesî metirsî nîne û her kesên ku bi Sanayê re pirsgirêkên wan hebin, em dikarin wan pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin."

Meşat bang li serkirdeyên hevpeymaniya ereb jî kir ku ber bi pêkanîna aştiyeke domdar û bidawîkirina hêrişan ve biçin û nexşerêya aştiyê ya ku di danûstandinên di bin çavdêriya Umanê de û di encama hewlên mezin de hatiye bidestxistin, îmze bikin.

Serokê Encûmena Bala ya Siyasî ya Hûsiyan Mehdî El-Meşat destnîşan kir ku ew wek Hûsiyan amade ne ku hemû berpirsyariyan pêk bînin.

Di dawiya gotara xwe de Meşat got: Ez hêvî dikim ku rêberên hevpeymaniyê dikaribin şerxwazên bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Brîtanyayê ku bi aşkere hewildanên aştiyê yên li Yemenê û herêmê asteng dikin."