Merkel: Almanyayê qonaxa yekem a vîrusa koronayê bidawî kir
PeyamaKurd - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, di hevdîtina vîdyo konferansê ya bi serokên 16 eyaletan re de, ragihand ku wan qonaxa pêşî ya vîrusa koronayê li pey xwe hiştiye.
Merkel got ku dê hîn demeke dirêj nexweşiya Covid-19 di rojeva wan de be got, mesafeya civakî dê heta ’ê Hezîranê bidome û ewê tedbîran qonax bi qonax sist bikin.
Hikûmeta Almanya ku biryara sistkirina tedbîran daye, wê li gorî biryarên nû mirov bikarin li derve hevdu bibînin û bi şertê tedbîrên tund yên hîjyenê zêdetir dikan vebin û di wesayîtên çûnûhatinê de herkes maskeyan bide ber rûyê xwe.
Heta niha li Almanyayê zêdetirî 167 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 7 hezar û 190 kesan jî can daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin