Opozîsyona Almanyayê ji bo HDPê bang li hikûmeta Merkel kir

19 March 2021 20:01 0 dîtin
Opozîsyona Almanyayê ji bo HDPê bang li hikûmeta Merkel kir

PeyamaKurd – Partiyên opozîsyona Almanyayê yên Koma Dostaniya Parlamentoyên Almanyaya Federal û Tirkiyê, li ser doza girtina HDPê ya Tirkiyê bang li hikûmeta Almanyayê kir ku bikevin nav hewldanê.

Partiyên Çep, Kesk û Koma Dostaniya Parlementoyên Alman-Tirk, bi daxuyaniyekê bang li hikûmeta Federal a Almanyayê kirin ku fişarê li ser Tirkiyê bike daku dawîyê li çewistandin û fişarên siyasî li ser opozîsyonê bîne.

Herwiha daxwaz hat kirin ku derbarê fişarên li ser HDP, siyasetmedarên wê û mafparêzan de bikevin nav hewldanê û li dijî doza girtina HDPê û siyasetmedarên hatine girtin û têne binçavkirin bêdeng nemînin.