Fransa ji bo zeka çêkirî bi 109 milyar Euro veberhênanê dike
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku Fransa ji bo pêşdebirina ‘zeka çêkirî’, dê di salên pêşiya me de bi miqdarê 109 milyar Euroyî veberhênanê bike.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron berya ‘Zîrwa Zeka Çêkirî ya Parîsê’ çêbibe axifî, got wê di salên pêşiya me de bi miqdarê 109 milyar Euroyê veberhênanê bike û hem dê proje, bi ya DYA ya bi navê Proja Stargate re, di heman astê de be.
Macron got di seha ‘zeka çêkirî’ de, wê di asta dinyayê de ‘tevnekî kureyî’ ava bikin, xwest ku Fransa bi dewlet û sektora taybet ve, tevlî ‘Çaxa Pêşdeçûna Nû’ bibin.
Emmanuel Macron her weha ragihand ku îro li Fransayê di seha ‘zeka çêkirî’ de 40 hezar ciwan hene û dê vê jimarê derxin 100 hezar kesî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin