Li Fransayê 11 endamên PKKê hatin cezakirin

15 April 2023 16:58 0 dîtin
Li Fransayê 11 endamên PKKê hatin cezakirin

PeyamaKurd – Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê biryar da ku 11 PKKyiyên ku bi sûcdariya “desthilatdarî û fînansekirina terorê” tên darizandin, ji 3 salan heta 5 salan cezayê girtîgehê bên cezakirin.

Ev kes ji hefteya borî ve bi endambûna tora komkirina alîkariyan di nav Kurdên diyaspora li başûrê rojhilatê Fransayê de ji bo fînansekirina PKKê têne tawanbarkirin.

Li gor biryara dadgeha Parîsê, bersûc bi tehdîdên curbecur ku di nav wan de dûrxistina civakî jî tê de, ji rêxistina terorê re gelek pere berhev dikin.

Di heman demê de, Dadgehê ji bo piştgirîkirina daxwaza Serdozgerê Komarê, biryar neda ku bersûc bi hinceta 'rewşa penaberiyê' ya piraniya wan li ser axa Fransayê bimînin.