Bi gumana endambûna DAISê 4 kesên Iraqî hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Manîsa yê Tirkiyê, 4 kesên Iraqî bi gumana endambûna rêxistina DAIŞê hatin desteserkirin.
Tîmên Şaxa Rûbirûbûna Terorê yên ser bi Rêveberiya Ewlekariya Manîsayê ve di çarçoveya eşkerekirina kar û çalakiyên rêxistina DAIŞê de li wê parêzgehê dest bi operasyonê kirin.
Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, di operasyonan de hêzên ewlekariyê li navçeya Şehzadeler girtin ser çend navnîşanan û 4 kes bi gumana ku “di nav rêzên DAIŞê de cih girtine û li ser navê wê rêxistinê çalakî kirine”, desteser kirine.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, her 4 kesên hatine desteserkirin xwedî pasportên Iraqî ne.
Herwiha hat ragihandin, lêkolînên li ser wan 4 kesan berdewam in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin