Li Tirkiyê 14 kes bi gumana endambûna DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Samsun ê Tirkiyê, 14 kes bi gumana endambûna rêxistina DAIŞê ne, hatin desteserkirin.
Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, hêzên dije terorê girêdayî Rêveberiya Asayişa Samsunê, îro îniyê 22ê Çileya 2021an li sê qezayên Ilkadim, Canik û Çarşamba operasyoneke hevdem li dijî şaneyên nihênî yên DAIŞê pêk anîne.
Di encama operasyonê de, girtin ser 13 adresan û 14 kes bi gumana endambûna rêxistina DAIŞê, hatin desteserkirine Herwiha, ji kesên desteserkirî 4 kes Sûriyeyî û 10 kes jî Iraqî ne.
Hêzên Tirkiyê, dest danîne ser hin kelûpelên dîjîtal ên wan kesan û piştî desteserkirinê her 14 kes bo avahiya Rêveberiya Asayişa Samsunê hatine veguahstin û lêkolîn bi wan re tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin