Li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê 6 kes bi gumana DAISê hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Edenê ya Tirkiyê, li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek hat lidarxistin û 6 gumanbarên biyanî hatin desteserkirin.
Parêzgariya Edenê bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên ewlekariyê ji bo girtina 6 gumanbarên biyanî dest bi xebatê kirin ku hat îdiakirin di nava rêxistina DAIŞê de çalakî kirine.
Polîsên Tirkî piştî biryara binçavkirinê ya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, dest bi operasyonê kirin.
Di çarçoveya operasyonê de, hêzên ewlekariyê bi ser navnîşanên çend kesên ku bi hinceta pêwendiyên wan bi DAIŞê re hene girtin û di encamê de, 6 gumanbarên ku hatin desteserkirin, piştî kontrola tenduristiyê ji bo Navenda Ewlekariyê ya Edeneyê hatin veguhestin

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin