Tirkiyeyê li Çiyayê Sengalê hêrisî otomobêla PKKê kir
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Çiyayê Şengalê, di hêrişeke asmanî ya ji aliyê frokeyên bêmirov ên Tirkiyeyê ve hatiye kirin de otomobêleke hêzên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatiye têkdan.
Jêderên ji herêmê ragihandin ku hêriş li nêzîkî kampa Serdeştê ya li ser Çiyayê Şengalê pêk hatiye û li gorî agahiyên destpêkê di encama hêrişê de ajovanê otomobêlê canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.
Jêderan her wiha ragihandin ku eger heye 2 kesên birîndar bûne şervanên PKKê bin.
Di Kampa Serdeştê ya li ser Çiyayê Şingalê de penaberên Şengalî dimînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin