Qamislo: Tirkiyeyê hêrisî navendeke ewlehiyê kir
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku dewleta Tirkiyeyê li parêzgeha Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, bi frokeyeke bêmirov hêrişî navendeke Hêzên Ewlehiya Hundirîn kiriye.
Jêderên herêmî ragihandin ku hêriş li dijî avahiya navendî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a li Taxa Enteriyê pêk hatiye.
Hate gotin ku di encama hêrişa droneke Tirkiyeyê de ziyanên canî û malî rû dane, lê belê detayên encamê heta niha nehatin bidestxistin.
Hate zanîn ku tîmên tenduristî û ewlehiyê çûne cihê bûyerê.
Jêderan dane zanîn ku piştî hêrişê Hêzên Ewlehiyê derdora avahiya ku hêriş lê hatiye kirin dorpêç kirine, bergiriyên berfireh ên ewlehiyê wergirtine û çûn û hatina cihê bûyerê rawestandine.
Doh jî Çiyayê Qereçoxê yê Dêrika Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû bombebarankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin