ÎDIA | Tirkiye meheke din pesendkirina endamtiya NATO ya Swêdê pas dixe
PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên nav AK Partiyê û hikûmeta Tirkiyeyê, Tirkiye ji bo pesendikirina endamtiya NATO ya Swêdê di parlamentoyê de nalezîne û tê çaverêkirin vê mehê jî bi paş bixe.
Rayedarekî AK Partiyê ji Reutersê re gotiye, ew niha ji bo pesendkirina endamtiya NATO ya Swêdê nalezînin û Tirkiye li benda pêngavên Amerîkayê ye.
Hate diyarkirin ku ew pêngava ku Tirkiye ji Amerîkayê dixwaze jî mijara modernîzekirina balafirên F-16 û firotina kîtên nû yên wan balafiran e.
Du çavkaniyên dîplomatîk ên Tirk ragihandine ku heta Amerîka derbarê F-16an de gav navêje Tirkiye di pesendkirina endamtiya NATO ya Swêdê de nalezîne û dê meheke din jî dengdana li parlamentoyê bipaş bixe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin