Ji Konsûlên Rûsya û Kuwêtê serdana xatirxwestinê bo Nêçîrvan Barzanî

28 July 2022 18:32 0 dîtin
Ji Konsûlên Rûsya û Kuwêtê serdana xatirxwestinê bo Nêçîrvan Barzanî

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 28ê Tîrmehê cuda cuda ligel Konsulên Giştî yên Rûsya û Kuwêtê civiya ku ji bo xatirxwestinê hatibûn serdanê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro 28ê Tîrmeha 2022yan bi daxuyaniyekê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Rûsyaya Federal Oleg Livîn û Konsulê Giştî yê Kuwêtê yê li Herêma Kurdistanê Umer El Kenderî kir, ku bi mebesta bidawîbûna erkê wan ê li Herêma Kurdistanê û ji bo xatirxwestinê serdana Serokê Herêma Kurdistanê kiribûn.

Nêçîrvan Barzanî spasiya herdu konsulan kir, ku rola wan di bihêzkirina pêwendiyên welatên wan ligel Herêma Kurdistanê de hebû.

Barzanî herwiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê û Iraq xwazyarên pêşvebirina pêwendiyan in ligel Rûsyaya Federal û Kuwêtê û hevkariyên welatên wan ên di warên cuda de bo Herêma Kurdistanê, bilind nirxand.

Herdu Konsulên Giştî yên Rûsya û Kuwêtê spasiya alîkarî û piştgiriya Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di kar û çalakiyên wan de kirin.