Balyozê Hindistanê ji bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li Balyozê Hîndîstanê yê li Iraqê Birender Singh Yadav kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin, di hevdîtina ku Konsulê Hîndîstan li Hewlêr Subhash C. Kain jî amade bû de, Balyozê Hîndîstan li Iraqê pêzanînên xwe ji bo xebat û rola Serok Barzanî ya li dîroka gelê Kurdistan û Iraqê de hebû û herwiha spasî bo rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya di rûbirûbûna terorîstan û têkşikandina DAIŞê de kir.
Di vê hevdîtinê de her du alî tekez li wê yekê kirin, rûbirûbûna terorê hewleke hemû aliyên cîhanî pêwîst e. Di dirêjahiya vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê guftûgo kirin.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Hîndîstanê mijareke din a vê civînê bû û her du aliyan hêvî xwestin ew peywendî di warên cûr bi cûr de bêne berfirehkirin.
Hêjayî gotinê ye, Balyozê Hîndîstanê ji bo malavayî û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû û Serok Barzanî ji bilî spasguzariyê, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin