Wezîrê Elektirîka Kurdistanê bi Balyozê Gistî yê Brîtanyayê re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Elektirîka Kurdistanê, bi Balyozê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê re civiya.
Wezîrê Elektirîka Kurdistanê Kemal Mihemed Salih îro li Hewlêrê bi li Balyozê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt re civiya.
Li gor hat ragihandin, di civînê de qala elektirîka Kurdistanê û projeyên kompaniyên Brîtanî di sektora elektirîk û enerjiya Kurdistanê de herwiha qala pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin.
Wezîrê Elektirîkê eşkere kir, neft û gaz li Kurdistanê ji bo aborî û xweş derbaskirina xelkê û dabînkirina elektirîk û mûçe û xizmetguzariyan tê bikaranîn.
Hat zanîn ku Kemal Mihemed Salih daxwaz ji Hikûmeta Brîtanya kir, li ser piştevanîkirina aboriya Kurdistanê berdewam be.
Di civînê de, Balyozê Giştî yê Brîtanya jî, xebatên Hikûmeta Kurdistanê ji bo parastina aware, penaber û rêzgirtin li pêkhateyan û avakirina jêrxana aborî girîng nirxand û li ser normalbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê tekîd kir.
Herwiha David Hunt eşkere kir, haya wan ji pirsgirêkan heye û piştevaniya bihêzkirina jêrxana aboriya Kurdistanê dikin.
Herî dawî dîplomatê Brîtanî qala hatina komek kompaniyên Brîtanî ji bo Kurdistanê jî kir û got, Brîtanya amade ye di hemû sektorên elektirîkê de weberhênan bike. Di dawiyê de jî destxweşî li Wezareta Elektirîkê kir ji ber xebat û projeyên wê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin