Sores Îsmaîl: “Eger Pêsmerge li deverên Kurdistanî bûna wê ISID nevejiya”
PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl bi cîgirê serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Heddad re civîneka çapemeniyê lidar xist û got:
“Dema hêzên Pêşmerge li deverên Kurdistanî yên derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de bûn, İŞİDê têkbiribûn û Pêşmerge asayîşa wan deveran temîn kiribûn.”
Wezîr ragihand ku piştî li wan deveran Pêşmerge neman, İŞİD car din ji nûh de vejiya û seha ku niha tê de tevdigerin sehayekî fireye. Şoreş Îsmaîl weha dewam kir:
“Eger Pêşmerge li wan deveran bûna, îro ne İŞİD dima ne arîşeyên siyasî û civakî diman. İŞİD ji nuh de nediket nava tevgerê. Weka îro çawa Erebkirdinê dikin, wê pêvajoya Erebkirdinê nebûna. Piştî Pêşmerge vekişiyan nema qanûn hatin bicîhanîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin