Ji Iraqê daxuyaniya topên Howitzers ên ketine destê Pêsmerge: 'Pêsmerge hêzeke nistimanî ye'
PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya Iraqê eşkere kir ku hêzên Pêşmerge topên Howitzersê bi destûra wan wergirtine.
Serokê Partiya Teqedûmê Mihemed Helbûsî li ser bidestxistina topên Howitzersê bo hêzên Pêşmerge 14ê Îlonê bi daxuyaniyekê gotibû: “Em bi her awayî vê yekê red dikin ku çekên giran bidin hêzên herêmî. Erkê wan ê destûrî tenê parastina ewlehiya navxwe û parastina wan sînoran e ku ji wan berpirsiyar in.”

Wezareta Berevaniya Iraqê, li ser nerazîbûnan ragihand, peymana kirîna wan topan 7 sal berê hatiye îmzekirin û ew top sala 2023yan gihîştine Bendera Umqesrê.
Herwiha hate diyarkirin, Pêşmerge parçeyek in ji hêzên Iraqê û wiha hat gotin: “Pêşmerge hêzeke niştimanî ye û guman jê nîne ku dilsozên Iraqê ne.”
Wezaretê da zanîn, topên Howitzersê 20ê Mijdara 2023yan gihîştine Bendera Umqesrê lê piştî ku salek derbas bûye bi pesendkirina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re radestî Pêşmerge hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin