2 mosekên katyûsa li çeperên Pêsmerge ketin

04 December 2022 15:00 0 dîtin
2 mosekên katyûsa li çeperên Pêsmerge ketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dema êrîşa moşekî ya şeva borî bi ser baregeha Başika ya Tirkiyê de du moşekên katyûşa li nêzîkî çeperên hêzên Pêşmerge ketine.

Şeva borî baregeha artêşa Tirkiyê ya Zîlkan a Beşîrê ku wekî Başika tê naskirin, bi moşekên katyûşa hatibû armanckirin.

Li gorî agahiyan, hejmarek Katyûşa li ser baregeheke artêşa Tirkiyê ketin, yek ji wan li nav çepereke Pêşmerge û yeke din jî li nêzîkî wê çeperê ketiye.

Hat zanîn ku di encama ketina herdu moşekan de ti ziyanên canî çênebûne.