Pistî daxuyaniya Pentagonê careke din êrîsî Baregeha Eyn El-Esed kirin: 3 katyûsa ketin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku di êrîya ser baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed a hêzên Amerîkî ya li Iraqê de, 3 moşekên Katyûşa ketine.
Li gorî ragihandina Reutersê, îro 22yê Cotmehê roja Yekşemê 3 moşekên Katyûşa li baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed a li parêzgeha Enbarê ketin.
Çavkaniyên leşkerî ragihandine ku dengê teqînekê di nava baregeha Eyn El-Esed de hatiye bihîstin.
Derbarê ziyanên êrîşa dawî ya ser baregehê de, ti agahî nehatine belavkirin û heta ti komekê berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye.
Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de, ev êrîşa çaremîn e li ser hêzên Amerîkî li baregeha Eyn Esed tê kirin.
Baregeha Eyn El-Esed baregeha herî mezin a leşkerî ya Amerîka ya li Iraqê ye û ji sala 2014an ve, hatiye avakirin ku rola wan a sereke perwerdekirina hêzên Iraqî ye.
Beriya vê êrîşê jî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) îro Yekşemê ragihandiye, li hember êrişên vê dawiyê yên li ser hêzên Amerîkayê, ew ê sîstema berevaniya asmanî bişînin Rojhilata Navîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin