Parçeyên mosekên S-300 ji Ukraynayê ketin nav axa Belarûsê!

30 December 2022 11:29 0 dîtin
Parçeyên mosekên S-300 ji Ukraynayê ketin nav axa Belarûsê!

PeyamaKurd Hat diyarkirin ku di dema şer û rageşiya di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dewam dike, perçeyên roketan ên pergala moşekên parastina hewayî S-300 ji Ukraynayê ketine axa Belarûsê.

Wezareta Karên Derve ya Belarûsê ragihand, Balyozê Ûkraynayê yê Mînskê Îgor Kîzim ji bo wezaretê hatiye vexwendin.

Li gor nûçeya ajansa Beltayê, derbarê bûyerê de perçeyên moşekên pergala S-300an ku tê îdiakirin aîdî artêşa Ukraynayê ne di navbera saet 10.00-11.00an da li axa Belarûsê ketin.

Serokê Belarûs Aleksandr Lûkaşenko derbarê bûyerê  de hat agahdarkirin û komek pisporên Wezareta Parastinê ya Belarûsê û Komîteya Lêpirsînê ya Belarûsyê li cihê bûyerê dest bi xebatê kirin.

Herwiha hat balkişandin, di bûyera li ser xaka Belarûsê ket de tu wendahiyên canî çênebûn.