Pêsmerge û artêsa Iraqê, li Mexmûrê bi hev ketin: Birîndar hene!

22 October 2023 19:32 0 dîtin
Pêsmerge û artêsa Iraqê, li Mexmûrê bi hev ketin: Birîndar hene!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji aliye Rûdawê ve hat parvekirin, vê êvarê li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de pevçûn çêbûye û hat diyarkirin ku ji herdu aliyan jî birîndar hene.

Li gorî agahiyên destpêkê, hat ragihandin ku şer di nav Pêşmerge û hêzên Iraqê yên li hin xalên ku PKKê radestî artêşa Iraqê kiribû rû dane.

Hat diyarkirin ku piştî şerê di navbera her du aliyan de artêşa Iraqê hêzên xwe li xaleke kontrolê bi cih kirine.

Di agahiyên ku rayedarek ji Peşmergeyan jî li ser mijarê ragihand de hat gotin ku “Ev 4 xal li gorî peymanê hatin dewirkirin. Ji bo Kampa Mexmûrê bikeve kontrola Hikûmeta Iraqê, ev gava destpêkê ye.”