Sanda Pêsmerge û Artêsa Iraqê li Mexmûrê civiyan

05 July 2022 17:02 0 dîtin
Sanda Pêsmerge û Artêsa Iraqê li Mexmûrê civiyan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şanda Wezareta Pêşmerge ya bi seroktiya Îsa Uzerî li Mexmûrê bi şanda artêşa Iraqê ya bi seroktiya Sererkanê Iraqê Ebdulemir Reşîd Yaralla re civiyan.

Hat diyarkirin ku di civînê de, mijarên tijekirina valahiyên ewlehiyê û avakirina lîwayeke hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de ji bo hevkariya têkoşîna dijî DAIŞê li derdora Çiyayê Qereçoxê hat gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha biryara lîwayeke hevbeş hatibû dayîn, lê hîn li aliyê Mexmûrê ew lîwa nehatiye damezrandin. Lê belê çend operasyonên hevbeş ên dijî DAIŞê li herêmê hatibûn pêkanîn.