Sanda Fermandarên Pêsmerge û Artêsa Iraqê li Mexmûrê dicivin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro Yekşemê şandeke Fermandarên Pêşmerge û artêşa Iraqê li devera Mexmûrê li ser şer û operasyonên li dijî DAIŞê dicivin.
Li gorî zanyariyan, wê di civînê de behsa şer û operasyonên li dijî DAIŞ bê kirin û li ser çawaniya bicihanîna rêkeftinên di navbera her du aliyan de gotûbêj bên kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, berî niha Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê biryar dabûn du hêzên hevbeş pêk bînin û li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê wan hêzan bicih bikin.
Dîsa hefteya borî hatibû ragihandin ku her du aliyan li ser pêkanîna operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê li hev kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin