Li Singalê Pêsmerge û Artêsa Iraqê ketine ber pozê hev!

28 March 2018 14:57 0 dîtin
Li Singalê Pêsmerge û Artêsa Iraqê ketine ber pozê hev!

Hate ragihandin ku li Şingalê komek leşkerên Artêşa Iraqê û Heşdî Şe’biyê, berê xwe dane Tirba Şerefdîn a ku ji bo Êzîdiyan gelekî pîroz e. Piştî vê yekê, pêşmerge jî ketin pêşiya wan nahêlin derbasîTirbê bibin. Niha Pêşmerge û Hêzên Heşdî Êzdiyê li pêşiya Artêşa Iraqê de di çeperên xwe de sekinîne.

Ji ber vê yekê jî, niha herêm li ser êgir e. Tê tirskirin ku di navbera her du aliyan de şerek derkeve. Di navbera Artêşa Iraqê û Pêşmergeyan de bi telefonan hinek axaftin çêbûne, lê heta niha ti encam derneketine.