Pêsmergeyên Kurdistanê hest sal berî niha ber bi Kobanî ve bi rê ketin

28 October 2022 12:36 0 dîtin
Pêsmergeyên Kurdistanê hest sal berî niha ber bi Kobanî ve bi rê ketin

PeyamaKurd – Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê heşt sal berî niha, li ser daxwaza Serok Barzanî ji bo bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ku ketibû destê DAIŞê rizga bikin ber bi Kobanî ve bi rê ketin û bi hevkariya Hevpeymanan, bajarê Kobanî rizgar kirin.

Beriya heşt salan, piştî 134 rojan ji berxwedana şervanan li hember çekdarên DAIŞê, roj bi roj dorpêça li ser şervanan zêdetir dibû, nêzîkî 80 ji sedî ji bajarê Kobanî ket destê terorîstên DAIŞê û hezaran xelk jî koçber bûn. Wê demê li ser dawaza Serok Barzanî, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo Kobanî hatin şandin û bi hevkariya Hevpeymanan, şer di berjewendiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê yekalî bû û tevahiya bajêr hat rizgarkirin.

Parlamentoya Kurdistanê roja 22yê Cotmeha 2014an, li ser daxwaza Serok Barzanî, ji bo gotûbêjkirina rewşa Kobanî civiya. Di civînê de, Parlamantoya Kurdistanê bi yekdengî daxwaza Serok Barzanî ya ji bo şandina Pêşmergeyan ji bo Kobanî û alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî pesend kir.

Herwiha roja 28ê Cotmeha 2014an, yekem karwana hêza Pêşmerge ku hejmara wan 150 Pêşmerge bû, bi çekên sivik û giran bi 40 otomobîlên leşkerî ber bi Kobanî ve bi rê ket û bi dirêjahiya rê ji Başûr, Bakur û heta gihîştina Rojavayê Kurdistanê, welatiyên Kurd bi ala Kurdistanê, sirûda niştimanî, çepik û tilîliyan pêşwazî li hêza Pêşmerge kirin, ji ber ku bi nêrîna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, şandina hêza Pêşmerge ji bo Kobanî, bûyereke dîrokî bû.

Şandina hêza Pêşmerge ji bo Kobanî herwiha karvedaneke navdewletî jî li pey xwe anî û beşeke mezin a medyaya cîhanê rûmala çûna Pêşmergeyan di nava xaka Bakurê Kurdistanê re ji bo Rojavayê Kurdistanê kirin.

Bi gihîştina hêza Pêşmerge re, rewşa şer hat guhertin û di demeke de ke tenê ji sedî 20 ji Kobanî di destê şervanan de mabû, Pêşmerge û şervanan mil bi mil hev girtin û rûbirûbûyî DAIŞê bûn. Girê Kaniya Kurdan û taxa Meştel ku dawî xala rojhilatê bajêr bû, ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û pişt re navenda bajêr jî bi temamî ji DAIŞê pak kirin û Kobanî ji metirsiya ketinê rizgar kirin.