Rêkeftina Cezayîrê ya li dijî mafên gelê Kurdistanê 48 berî niha hat îmzekirin

06 March 2023 12:28 0 dîtin
Rêkeftina Cezayîrê ya li dijî mafên gelê Kurdistanê 48 berî niha hat îmzekirin

PeyamaKurd – Ji ser Rêkeftina Cezayirê re, 48 sal derbas bûn. Rêkeftin di navbera Îran û Iraqê de li dijî mafên gelê Kurdistanê hat îmzekirin.

Li Cezayîrê 48 sal berê weke îro, roja 06.03.1975an de rêkeftinek li dijî mafên gelê Kurdistanê di navbera du dijminên qedîm de hat îmzekirin; Îran û Iraq.

Rêkeftin ji aliyê Cîgirê Serkomarê wê demê yê Iraqê Sedam Husên û şahê Îranê Mihemed Riza ve hat îmzekirin.

Li gorî rêkeftinê, Iraqê çemê Şetul Ereb dida Îranê û li hember jî Îranê êdî dest ji alîkarîkirin û piştevanîkirina xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê berdida.

Piştî wê rêkeftinê, şoreşa gelê Kurd li Başûr bi rêbertiya Mela Mistefa Barzaniyê nemir bi rengekî demkî şikest, lê piştî demek kurt dîsa xebat û şoreş bi fermana Barzaniyê nemir û bi serkirdetiya Serok Mesûd Barzanî destpê kir û bi serhildana 1991 gihîşt serkeftinê.