Terorîstên DAISê bi guleyan êrîsî du sivanan kirin
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê do li navçeyeke ser bi nahiyeya Zînane ya ser bi qeza Kifrî, bi guleyan êrîşî du şivanan kirin. Di encamê de şivanan xwe rizgar kirine, lê nekarîne pezên xwe derbas bike.
Rêveberê nahiyeya Zînane Wehab Ehmed diyar kiriye: ‘‘Îro li navçeya Qurîçay a ser bi nahiyeya Zînane ku bere destê DAIŞê de bû û wan rojên dawiyê ji aliyê Pêşmerge ve hat paqijkirin, DAIŞiyan gule bera du şivanan dan.’’
Herwiha eşkere kiriye: ‘‘Herçend di encama wê paqijkirina Pêşmergeyan de terorîstên DAIŞê dûrketibûn jî, lê ji bere ve ew navçeya asê û zehmet e, îro DAIŞê careke din gule bera du şivanan da ku pezê xwe diçêrand.’’
Rêveberê nahiyeya Zînane amaje bi wê yekê jî kir ku wan du şivanan xwe rizgar kirine, lê pezên xwe bicîh hiştine.
Li gor zanyariyan, hêzên Pêşmerge gihîştine navçeya Qurîçay, da ku pezên wan du şivanan rizgar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin