DAISê bi mosekan êrîsî gundewarên Kerkûkê kir
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, bi moşekan êrîşî du gundên sînorê parêzgeha Kerkûkê kirin.
Li gor rêveberê polîsê Hewîce Emîd Fetah Mehmûd diyar kiriye: ‘‘Şeva borî 25.07.2021ê DAIŞê çend moşek avêtin gundên Şimêtê û Sebaxiye yên ser bi bajarokê Zabî ya girêdayî Hewîce ya li başûrê rojavayê Kerkûkê.
Emîd Fetah Mehmûd daye zanîn: ‘‘Ew moşekên ku heta niha cîhê jê avêtine eşkere nebûye, ti ziyaneke canî û madî li dû xwe nehiştiye.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin