DAISê li Kerkûkê êrîsî binkeyeke hilbijartinê kir

10 October 2021 21:41 0 dîtin
DAISê li Kerkûkê êrîsî binkeyeke hilbijartinê kir

PeyamaKurd – Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê, îro Yekşemê piştî bidawîbûna proseya dengdanê, li nav sînorê Kerkûkê êrîşî ser binkeyeke dengdanê kirin.

Li gorî zanyariyan, îro 10ê Cotmehê êvarê çekdarên DAIŞê li gundê Setîhî yê ser bi bajarokê Reşad ê li sînorê parêzgeha Kerkûkê, êrîşî ser binkeyeke dengdanê kirin.

Hat diyarkirin ku piştî êrîşê şer di navbera çekdarê DAIŞê û hêzên ewlehiyê de derketiye, lê derbarê ziyan û windahiyan de hîn agahiyên berdest nîn in.

Êrîşa DAIŞê piştî daxuyaniyên Rêveberê Pêwendî û Ragihandinê yê Wezareta Navxwe ya Iraqê Se'd Mien ku piştî bidawîbûna proseya dengdanê gotibû, plana parastina proseya hilbijartinan û navendên dengdanê bi temamî bi ser ketiye, pêk hat.