DAISê bi mosekekê êrîsî kompanyaya Gaza Bakur ya li Kerkûkê kir

06 July 2021 12:32 0 dîtin
DAISê bi mosekekê êrîsî kompanyaya Gaza Bakur ya li Kerkûkê kir

PeyamaKurd – DAIŞê şeva borî bi moşekeke Katyusha êrîşî kompanyaya Gaza Bakur ya li başûrê Kerkûkê kir.

Li gor çavkaniyekî ji polîsan, çekdarên DAIŞê ji gundewarê Hewîceyê ve ew moşek avêtibûn û armanca wan teqandina komgehên kompanyaya Gaza Bakur bû, lê moşek li derveyî kompanyayê ket û ti ziyan çênebûn.

Herwiha hat diyarkirin, hêzên ewlehiyê gihîştin cihê ketina moşekê û dest bi lêkolînan kirin.

Kompanyaya Gazê ya Bakur, kompanyayeke hikûmî ya Iraqî ye, li Kerkûkê kar dike û gazê berhem tîne.