Terorîstên DAISê êrîsî xaleke hêzên Iraqê kirin

13 September 2021 12:01 0 dîtin
Terorîstên DAISê êrîsî xaleke hêzên Iraqê kirin

PeyamaKurd – Çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê, do şev li sînorê parêzgeha Diyaleyê bi 2 êrîşan xaleke ya hêzên Iraqê kontrol kirin û di encamê de, 3 serbazên Iraqê hatin kuştin û 2 serbaz jî birîndar bûn.

Li gor çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê ji medyaya Iraqê re daye zanîn, DAIŞê li sînorê nahya Uzêm a Diyaleyê, êrîşî ser hêzên Iraqê kiriye.

Herwiha li gor wê çavkaniyê, DAIŞê êrîşî xaleke kontrole ya lîwaya 2 artêşa Iraqê kiriye û di encamê de serbazek birîndar bûye. Herwiha piştî wê êrîşê, li gundê Tale yê nahya Uzêmê jî êrîşî xaleke konrolê kiriye û di êrîşa duyem de, 3 serbazên artêşa Iraqê yê li wê xala kontrolêbûne hatine kuştin û kesekî din jî birîndar bûye. Herwiha DAIŞê ew xala kontrole xistiye bin destê xwe.

Li gor zanyariyan, DAIŞê xwe li xala kontrola bi cî kiriye û hêza piştevaniyê ya artêşa Iraqê jî êrîşî çekdarên DAIŞê kiriye ji bo derxistina wan ji wê xala kontrolê û heta niha hîn jî şer di navbera DAIŞê ê hêzên Iraqê de berdewam dike.