Nivîsgeha Sêx Cefer Sêx Mistefa daxuyaniyek li ser bûyera li Tasluceyê qewimî belav kir
PeyamaKurd – Derbarê bûyera li Tasluceyê qewimî, Nivîsgeha Şêx Cefer Şêx Mistefa daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir, ew Pêşmergeyên beşdarî aloziyan bûne, hatine desteserkirin.
Nivîsgeha Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa daye zanîn: ‘‘Serê sibehê, îro 10.02.2021ê li xala kontrolê ya Tasluceyê, alozîyek di navbera çend Pêşmergeyan û birayên asayîşa Silêmaniyê de, mixabin aloziyek derket û birayek ji asayîşê şehîd bûye û navê wî Şaxewan Ehmed Mihemed e. Ji vir ez serxweşiyê xwe radigihînim Xweda bi rehma xwe şad bike.’’
Şêx Cefer Şêx Mistefa destnîşan kir, çawa wan ew xeber bihîst wan biryara desteserkirina wan kesan daye û ew kes bêne desteserkirin. Lewre me biryara desteserkirina wan Pêşmergeyan daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin