Mistefa Hicrî li ser xwepêsandanên Rojhilat daxuyaniyek belav kir
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PKDÎ) bi daxuyaniyekê piştevanî ji bo xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê nîşan da û ji xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê xwest ku bi awayekî aştiyane li ser xwepêşandanên xwe berdewam bin.
Mistefa Hicîr têkildarî bûyerên wan rojên dawiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê peyamek belav kir û piştevaniya xwe ji xwepêşandanên aştiyane re nîşan da.
Mistefa Hîcrî got: “Dengê we yê bilind ê bêzariya we ji rejîma dijî gel a komara îslamî ku hawarekî heqxwaziyê ye, tevlî dengê xelkê bi hêrs ê Îranê, bûye sernûçeya hemû cîhanê.”
Hîcrî da zanîn, tevî ku guhê desthilatdarên rejîmê di heyama 40 salên borî de li hember daxwaziyê we kerr bûye û di gotinên wan de xuya dibe ku heta niha jî dengê we nebihîstine, tevî wê yekê bi yekrêzî û yekdengiya jin û zilaman bi tevahiya qadên civakê mil bi milê hev li ser grev û meşên xwe berdewam bin û daxwaziyên xwe biqîrin.
Hîcrî bibîr xist û got, "Tikaye di vê berxwedanê de, xwe ji tundûtîjiyê biparêzin û bi awayekî aştiyane xebatê bikin, heta ku rejîm ti behaneyeke nebe bo serkotkirinê û zorê bikar nehîne."
Mistefa Hicrî sersaxî ji malbatên “Şehîdên xwepêşanderan” re xwest û hêviya selametiyê bo birîndaran anî ziman û destnîşan kir: “Hemû xelkê cîhanê piştevaniya we dike, dengê me li gel dengê we û dilê me li gel we ye.”
Di xwepêşandanên ku piştî blihakirina nirxê benzînê li seranserê Îranê 3 roj berê dest pê kirine de, heta niha ji ber destwerdana hêzên emnî yên Îranê bi dehan kes hatine kuştin û birîndar kirin ku hê jî xwepêşandan berdewam in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin