Sêx Ceferê Sêx Mistefa pêswaziya Sêwirmendê Leskerî yê Holandayê yê di Hevpeymanê de kir

28 October 2024 15:01 0 dîtin
Sêx Ceferê Sêx Mistefa pêswaziya Sêwirmendê Leskerî yê Holandayê yê di Hevpeymanê de kir

PeyamaKurd –  Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya Şêwirmendê Leşkerî yê Holandayê Kolonel Jan William kir ku di hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye.

Di hevdîtinê de rewşa navxweyî, ya Iraqê û bûyerên giştî yên li herêmê û pêvajoya çaksaziyê û yekkirina hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.

Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê rola leşkerî ya Holandayê ya di çarçoveya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de nirxand. Der barê rewşa ewlekarî ya Iraq û ya herêmê de jî tekezî li ser parastina hêzên hevpeyman û şandên dîplomatîk kir.

 Kolonel Jan William kî tekezî li ser berdewamiya alîkarî û piştevaniya Holandayê di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Pêngavên pêvajoya çaksaziyê û yekkirina Pêşmerge ya di bin sîwana Wezareta Karûbarên Pêşmerge de mijareke din a hevdîtinê bû.