Rûhanî: Heta rêkeftina dawî wê hevdîtin berdewam bikin!

23 May 2021 19:45 0 dîtin
Rûhanî: Heta rêkeftina dawî wê hevdîtin berdewam bikin!

PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, derbarê danûstandinên peymana nukleerî yên paytexta Avusturya Vîyenayê de ragihand ku heta rêkeftina dawî bê kirin ew dê hevdîtinan berdewam bikin.

Rûhanî li ser hevdîtinên Vîyenayê da xuyakirin ku rêveberiya Amerîkayê amadebûna xwe bo rakirina dorpêçên ser Îranê nîşan daye û got, “Heta gotûbêj bigihin rêkeftina dawî em ê hevdîtinan berdewam bikin.”

Hêjayî gotinê ye, di demeke ku hevdîtinên Vîyenayê berdewam dikin de, Amerîka rakirina dorpêçên ser Îranê jî gotûbêj dike.