Îsraîlê hêzên teqwiye sand sînorên Lubnanê: Netanyahû bi fermandaran re dicive!
PeyamaKurd – Hate ragihandin ka rageşiya navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê ya Îran piştevaniya wê dike berdewam dike û artêşa Îsraîlê jî ji ber îhtimala rûdana pevçûnekê hêzên teqwiye şand sînorên Lubnanê.
Li gorî ragihandina malpera Îsraîlî ‘Valla’ çavkaniyeke taybet eşkere kiriye ku Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant planên operasyonan li sînorên Lubnanê pesend kiriye.
Herwiha televizyona Îsraîlê Kanal 13 jî ragihandiye ku artêşa Îsraîlê ji ber îhtimala pevçûneke ligel Hizbullahê hêza teqwiye şandiye sînorên Lubnanê û dê Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû jî ji bo gotûbêjkirina rewşa ewlehiyê îro 30yê Tîrmehê bi fermandaran re civînekê saz bike.
Hêjayî gotinê ye, 120 km sînorên Lubnan-Îsraîlê heye û ev demek e Îsraîl ji bo ewlehiyê dîwarên beton û têlan li ser sînor datîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin