Hevpeymaniyê hêzên teqwiye sandin baregehên Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, hêzen teqwiye şandin baregehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hevpeymaniyê 20 barhilgirên din ên tê de alavên leşkerî û lojîstîk hebûn bi ser deriyê sînorî Tanfê de şandin baregehên xwe yên li Heseke û Dêrazorê.
Hevpeymaniyê ji 1ê Çileya 2021ê heta 24ê Adara 2021ê karwanên herî kêm ji 685 bargilgiran pêk tên derbasî Rojavayê Kurdistanê kirine.
SOHRê herwiha daye zanîn ku hevpeymanî avakirina baregeha Eyn Dîwar a li sêgoşeya sînorên Sûriye, Iraq û Tirkiyê jî berdewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin