Du welatên nav Hevpeymaniyê hêzên xwe ji Iraqê vekisandin

05 June 2020 14:47 0 dîtin
Du welatên nav Hevpeymaniyê hêzên xwe ji Iraqê vekisandin

PeyamaKurd – Herdu welatên Avustralya û Zelanda Nû ku di çarçoveya têkoşîna dijî DAIŞê de, di nav Hevpeymaniya Navdewletî de hêz şandibûn Iraqê leşkerên xwe vekişandin.

Herdu welatan ragihandiye ku wan erka xwe ya rahênan û perwerdekirina hêzên iraqî bidawî aniye. Piştî biryarê rayedar û leşkerên Avustralya û Zelanda Nû ku li baregeha Tacîyê perwerdeya leşkerî didan vegeriyan welatê xwe.

Wezîra Berevaniya Avustralyayê Linda Reynolds ragihand ku hêzên wan erka xwe bicih anîne û ji ber wê jî ev biryar hatiye dayîn.

Hêzên şêwirmendî û rahênanê yên welatên Avustralya û Zelanda Nû ji sala 2015an ve li Iraqê bûn.