Amerîka û Iraqê li ser vekisandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê li hev kirin

22 August 2020 16:56 0 dîtin
Amerîka û Iraqê li ser vekisandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê li hev kirin

PeyamaKurd – Amerîka û Iraqê li ser danîna bernameyekê bo vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê li hev kirine.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, piştî civîna ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniya xwe ya ewil de ragihand; ligel Trump li ser diyarkirina bernameyek bo vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê rêkeftin kirine.

Herwiha Kazimî eşkere kir, civîna wan bi Trump re erênî bûye û li ser pêvajoyê, nêrînên hevpar ên her du aliyan hene.

 

Serokwezîrê Iraqê amaje bi wê yekê kir; diyarkirina bernameya dema vekişandina hêzên Amerîkayê ji Iraqê, dê piştî pêkanîna lijneyeke hevpar a her du aliyan bibe, ku li ser hûrgiliyan li hev bikin.

 

Mistefa Kazimî herwiha eşkere kir; daxwazên xelkê Iraqê gihandine Koşka Spî.

Şandeke Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî, tevî çend wezîran, roja sêşemê 18ê Tebaxa 2020an gihişte Amerîkayê, piştî du rojan, roja pêncşemê 20ê Tebaxa 2020an, Kazimî û Trump civiyan û çarenûsa 5 hezar serbazên Amerîkî yên li Iraqê mijara sereke ya civîna wan bû.

Piştî pêvajoya "azadiya Iraqê" hêzên Amerîkayê di sala 2003an de ji bo jiholêrakirina rejîma Be'sê hatin Iraqê, ji wê demê ve jî beşek ji wan li Iraqê mane, lê belê Trump biryar daye ku hemû hêzên xwe vekişîne.