Hêzên Amerîkayê çekên xwe yên pêwîst li Iraqê dihêlin
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan piştî vekişîna hêzên şerker ên Amerîkayê, hêzên Amerîkayê yên li Iraqê bimînin, dê çekên xwe jî ligel xwe bihêlin daku bikarin berevaniyê li xwe bikin.
Pisporê ewlehiyê Macid El Qeysî ji BasNewsê re gotiye: “Daxuyaniyên fermandarê navendî yê hêzên Amerîkayê General Frank McKenzie piştrast dike ku ew hêzên Amerîkayê yên li Iraqê dimînin, dê çekên pêwîst li gel xwe bihêlin ji bo her êrîşekî li ser wan pêk bê, bikarin berevaniyê li xwe bikin.”
El Qeysî diyar kiriye: “Hemû daxuyaniyên ji aliyê Amerîkayê ve têne dayîn ji bo wê yekê ye ku hejmara hêzên Amerîkayê ewqas zêde namîne ku bi bandor bin. Tişta ku pêk tê tenê guhertina navnîşana hêzan e, yanî di cihê hêzên şerker de dê hêzên perwerde û rahênan û piştevanî û şêwirmendiyê bimînin.”
Mecîd El Qeysî daye zanîn: “Îhtimal heye wek hewldaneke ji bo fişarxistina ser Amerîkayê di derbarê danûstandinan û cezayên ser Îranê de êrîş li ser pêgeh û berjewendiyên Amerîkayê yên li Iraqê pêk ên.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin