Fransayê hemû hêzên xwe ji Iraqê vekisandin
PeyamaKurd -Hikumeta Iraqê ragehand, hêzên Fransayê, yên ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de li Iraqê bûn, bi temamî ji axa Iraqê derkeftin û bingeheka leşkerî jî radestê hêzên Iraqê kirin.
Ajansa Nûçeyên Iraqê bi ser zimanê Berdevkê fermandariya giştî ya hêzên çekdarên Iraqê Ebdulkerîm Xelef, gotubêjê belav kir.
Ew hêzên Fransayê ku di çarçoveya Hevpeymanîya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de li Iraqê bûn, bi temamî xwe vekişandin û bingehê leşkerî yê Qayîm jî radestê hêzên Iraqê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin