Hemû hêzên Iraqê li Bexdayê ketin amadebasiyê

21 December 2021 18:13 0 dîtin
Hemû hêzên Iraqê li Bexdayê ketin amadebasiyê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber êrîşên muhtemel ên rêxistina terorîst DAIŞê hêzên ewlekariya Iraqê li paytext Bexdayê ketine rewşa amadebaşiyê.

Li gorî zanyariyan hêzên Iraqê, dibe ku DAIŞê dema pîrozbahiyên sersalê êrîşan bike û ji bo wê jî hêzên ewlekariya Iraqê li Bexdayê ketine amadebaşiyê.

Berpirsê ragihandinê yê Fermandariya Hêzên Hevbeş ên Iraqê Ebad Hemîd eşkere kiriye ku hemû hêzên li Bexdayê ji ber êrîşên terorî yên muhtemel ketine amadebaşiyê.

Hemîd diyar kiriye ku heta niha ti îstixbaratek li ser êrîşên DAIŞê li ber destê wan nîne, lê dîsa jî ji ber êrîşên muhtemel tedbîr hatine zêdekirin