Li Parlamentoya Iraqê pevçûn: Hêzên ewlehiyê ketin hûndir
PeyamaKurd – Di dema dengdana hilbijartina serokê Paralamentoya Iraqê de di navbera parlamenteran de pevçûn derket. Ji ber zêdebûna aloziyê hêzên ewlehiyê ketin hûndirê parlamentoyê.
Di dengdana doh ya gera duyem a hilbijartina serokê parlementoyê de, 311 parlementeran beşdarî kir.
Namzedên seroktiya parlamentoyê Salim Îsawî, Tellal Zubi û Amir Abdulcebar û Mahmud Meşedi bi ser neketin û ti namzedekî 166 dengên pêwîst bo hilbijartinê wernegirt. Îsawî 158 deng, Mahmud Meşedi 137 û Amir Abdulcebar 13 dengan wergirtin û hilbijartin ma gera sêyem.
فرقة الحماية لمجلس النواب تتدخل لفض عراك بالأيدي بين أعضاء البرلمان العراقي pic.twitter.com/eCeGBig19Q
— Ammar karim (@ammar_afp) May 18, 2024
Hêjayî gotinê ye, dema derbasî gera sêyem bûn alozî di navbera parlamenteran de derket û pev çûn. Piştî aloziya nav parlamentoyê hêzên ewlehiyê destwerdan kir û cardin hilbijartina Serokê Parlamentoyê hate paşxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin