Hêzên Iraqê di operasyona ewlehiyê de 5 milyon dînarê welatiyekî Kurd dizîn
PeyamaKurd - Hêzên ewlehiyê yên Iraqê di operasyoneke ku li bajarê Dûbizê girêdayî parêzgeha Kerkûkê pêk anîn, 5 milyon dînarê hemwelatiyekî Kurd dizîn.
Hat ragihandin ku doh Pêncşemê êvarê, hêzên Iraqê li bajarê Dubizê dest bi operasyoneke kontrol û aramiyê kirin.
Berpirsê Partiya Demokrtata Kurdistanê (PDK) li Dubizê Cewad Mihemed derbarê wê operasyona ewlehiyê de got ku hêzên Iraqê li du taxên Dubizê operasyona kontrol û aramiyê pêk anîne û di dema wê operasyonê de 5 milyon dînarên hemwelatiyekî Kurd dizîne.
Mihemed eşkere kir ku navê wî hemwelatiyê kurd ê pereyê wî hatiye dizîn Eyad Seîd e û hêzên emnî çûne mala wî û bi navê kontrol û aramiyê ji mala wî 5 milyon dînar dizîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin