Rojava | Hêzên teqwiye bo baregeha Amerîkayê hatin sandin

19 July 2021 14:41 0 dîtin
Rojava | Hêzên teqwiye bo baregeha Amerîkayê hatin sandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî zêdetirî 7 êrîşên ser hêzên qada el Omer a Petrolê ya hêzên amerîkî tê de dimînin, hevpeymaniya navdewletî hêzên teqwiye şandin herêmê.

Hat ragihandin, Amerîkayê ji bo parastina qada petrolê ya El-Omer ku di bin serweriya HSDê de ye û hêzên amerîkî jî lê dimînin, ji baregeha Rimêlan a bakurê rojhilatê Hesekê hêzên teqwiye şandin.

Herwiha ji bo baregeha li herêma Konica Gazê jî hevpeymaniyê hêzîn nû şandin.

Li gorî nûçeya Şerqul Ewsetê ji ber zêdebûna rageşiya li herêmê ku milîsên îranî êrişan dibin ser hêzên amerîkî, HSDê li rojhilatê Dêrazorê navçeyên eş-Şiheyl, Huveyc Ziban û bajaroka Ziban bariyer bicih kirin.