Hêzên Amerîkayê li Rojava ketin tevgerê: Li Girê Spî teqwiye…
PeyamaKurd – Piştî amadekariyên Tirkiyê yên operasyonê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, hat ragihandin ku Amerîkayê jî hêzên xwe yên li Rojava xistin tevgerê.
Li gorî zanyariyan Amerîkayê, piştî zêdebûna gefên operasyonê yên Tirkiyê, hêze din a teqwiye şand Girê Spî ku hejmarek leşker û wesayîtên zirxî li xalên diyarkirî di rewşa amadebaşiyê de hatin bicihkirin.
Çavkaniyên Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî vê tevgera leşkerî ya Amerîkayê piştrast dikin û dibêjin, di nav 24 demjimêrên dawî de, balafirên keşfê yên Amerîkayê jî li ser xeta sînor firînên xwe yên çavderiyê zêde kirine.
Dîsa li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmê, hêzên Kurd jî ber bi Girê Spî ve ketine tevgerê û li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyê ji herêmên başûr û Reqayê hêzên teqwiye şandin herêmê û xwe ji bo parastinê amade dikin.
Li aliyê din çavkaniyên opozisyona Sûriyê ya Tirkiye piştevaniya wan dike jî radigihînin ku ji bo êrîşa ser Rojhilatê Firatê-Rojavayê Kurdistanê ligel Tirkiyê amadekariyên xwe kirine û dê di nav 48 saetan de êrîş dest pê bike.
Li gorî îdiayên çavkaniyên, Artêşa Netewî ya opozisyona Sûriyê dê êrîş ji ser Girê Spî dest pê bike û piştre li herêmên din belav bibe.
Herwiha artêşa Tirkiyê jî ji bo êrîşê sewqiyatên leşkerî berdewam dike û li ser sînor gelek amadekarî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin