Hêzên Hevpeymaniyê, ji bo baregehên Rojava hêzeke din sand
PeyamaKurd- Rawangeha Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê, di nav 72 saetên dawî de du karwanên din ên leşkerî şandin Rojava.
Hat diyarkirin ku Hêzên Hevpeymaniyê ku di bin serokatiya Amerîkayê de ji bo têkoşîna li dijî rêxistina terorên IŞÎDê hatiye avakirin û hat diyarkirin ku sewqiyateke berfireh ber bi baregehên xwe yên leşkerî yên li Hesekê ya Rojava ve pêk hanîne.
Her wiha hat diyarkirin ku karwanek ji 30 kamyonan ku sotemenî, lojîstîk û alavên leşkerî yên Hêzên Koalîsyonê hildigirin, ji Herêma Kurdistanê hatin û ji xaka Suriyeyê di deriyê sînor ê El Welîd re derbasî Rojava bûn.
Hat diyarkirin ku Karwana ku ji 30 kamyonan pêk tê ku sindoqên mohrkirî, tankerên petrolê, jeneratorên kehrebê, lojîstîk û alavên leşkerî hilgirtibûn, ber bi baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Tel Beyder û Kasrik li gundewarê bakurê Hesekê ve bi rê ketin.
Di raporta SOHRê de hat diyarkirin ku ev duyemîn karwan e ku Hevpeymaniya Navdewletî ye di meha îlonê de ji bo navçeyên bakurê rojhilatê Hesekê dişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin