Artêsa Tirk berî dirêjkirina dema tezkereyê hêza teqwiye sand nav sînorên Rojavayê Kurdistanê

26 October 2021 18:34 0 dîtin
Artêsa Tirk berî dirêjkirina dema tezkereyê hêza teqwiye sand nav sînorên Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Beriya ku îro 26ê Cotmehê dirêjkirina dema tezkereya destwerdana nav erdên Sûriye û Iraqê li parlamentoya Tirkiyê derbas bibe, artêşa Tirkiyê hêzên teqwiye şandin nav sînorên Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê û dîmenên hatine belavkirin, artêşa Tirk hêzên nû ji ser gundewarên Kobaniyê derbasî nav sînorên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê piştrast kiriye ku sewqîyateke nû ya leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve hatiye kirin û li ser sînoran dronên tirk difirin.

Rojnamevan Lindsey Snell jî li ser hesabê xwe yê twitterê vîdyoyeke ku karwaneke leşkerî ya Tirk derbasî Girê Spî dibe belav kiriye.