Tirkiye | Dirêjkirina dema binçavkirinê bo salekê hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Parlamentoya Tirkiyê bi dengên Tifaqa Cumhur a deshilatdar AKP-MHPê biryarnameya ji bo Rewşa Awarte sala 2016an dema hewla darbeya FETOyê derxistibû ji bo sala 2021ê dirêj kir.
Di çarçoveya biryarê de, tevî nerazîbûnên opozîsyonê jî dirêjkirina dema binçavkirina kesên bi hinceta terorê têne girtin, bo saleke din hat dirêjkirin.
Li gorî pêşniyara AKP-MHPê demên binçavkirinan careke din hatiye sererastkirin û heta 31ê Tîrmeha 2021ê wê ew biryar were bicihanîn.
Berpirsên deshilatdariya Tirkiyê diyar kirine ku ew pêşniyar bi sedema xurtkirina têkoşîna dijî terorê hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin