Qasim Erecî: Tirkiye dibêje, dema PKK nema ew ê ji Iraqê derkevin

13 March 2024 20:06 0 dîtin
Qasim Erecî: Tirkiye dibêje, dema PKK nema ew ê ji Iraqê derkevin

PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê Qasim Erecî got, Iraqê derbarê hebûna hêzên Tirkiyê li Iraqê de tedbîrên nû standine û diyar kir, şanda Tirkiyê ji wan re gotiye piştî nemana çekdarên PKKê li Iraqê, wê hêzên Tirkiyê ji Iraqê derkevin.

Erecî ji medya Erebî re daye xuyakirin: “Hêza Iraqê ya rûbirûbûn bi DAIŞê re heye û hebûna leşkerên Tirkiyê ya di nav axa Iraqê, ne rewa ye’’ û gotiye, “Hikumeta Mihemed Şiya Sûdanî, tedbîrên pêwîst ên li ser sînorên Iraqê ligel Tirkiyê girtiye û hejmarek mijar û dosyayên me yên din jî ligel Tirkiyê hene.”

Erecî daye zanîn: “Tirkan ji bo çareserkirina pirskirêkan bersiva şanda Iraqê dane û gotine, çawa ku çekdarên PKKê di axa Iraqê de neman, wê leşkerên Tirkiyê jî Iraqê bi cih bihêlin.”

Qasim Erecî got: “Di meha Çileya îsal de lijneya ji bo birêvebirina dosyayên pêwendiyên ewlehiyê ligel Tirkiyê pêk hatiye, civînên pêşerojê jî ligel Tirkiyê çareseriyeke temam li xwe digrein, ji ber ku projeya rêya geşepêdanê pêwîstî bi aramiyê li herêmê heye.”