Welatekî, ji bo Tirkiyeyê dema erka Patriotan dirêj kir!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada berevaniya Îspanyayê hatin ragihandin, Îspanyayê dema erka moşekên xwe yên berevaniya asîmanî yên Patriotê yên li Tirkiyeyê, dirêj kiriye.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku moşekên berevaniya asîmanî yên Patriotê ku ji bo tevkariya berevaniyê ji bo Tirkiyeyê hatibûn şandin, erka wan a li bajarê Tirkiyeyê yê Edeneyê heta hezîrana 2023yan hatiye dirêjkirin.
NATOyê, pergala moşekên Patriotê yên aîdê Hollandayê ji bo êrîşên ku ji aliyê Suriyeyê ve li dijî Tirkiyeyê bên kirin, di 26ê Rêbendana 2015an de li Edeneyê bi cih kiribû û Îspanyayê jî vê erkê ji Hollandê vergirtibû û ji wê demê heta niha vê erka xwe dewam dikir.
Tirkiyeyê spasî kir
Hat ragihandin ku li ser vê biryara rayedarên Îspanyayê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, bi rêya telefonê ligel Wezîrê Berevaniya Îspanyayê axiviye û ji bo pitgiriya wan a hevkariyê spasî kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin